Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê otobuseke veguhastina nav bajêr û mînîbuseke veguhastina giştî li bin guhê hev da û 18 kes birîndar bûn.
Otobusa bi plakaya 30 YE 824 û mînîbusa veguhastina giştî ya bi plakaya 30 M 1016 li nêzîkî Balafirgeha Selahedînê Eyûbî ya li ser rêya Oremarê li hev xist.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Hinek birîndarên ku di mînîbusê de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.
Her 18 birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Li ser rêya ku polîsan tedbîrên ewlehiyê lê wergirtine, hatin û çûyîn bi awayekî kontrolkirî ji yek aliyî ve tê kirin.
#WÊNE - Li Geverê 18 kes birîndar bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 2, 2026
🛑 Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê otobus û mînîbusekê li bin guhê hev xist û 18 kes birîndar bûn
📸AA pic.twitter.com/lyLRaPUM08
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse