Hewlêr (Rûdaw) - Zimannas û lêkoler Zana Farqînî ji Rûdawê re ragihand ku rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê ne baş e.
Farqînî destnîşan kir ku amar nîşan didin axaftina bi Kurdî di nav zarok û ciwanan de kêm dibe.
Zana Farqînî sedema vê yekê bi polîtîkayên asîmîlasyonê û neaxaftina dê û bavan a bi Kurdî ya li nav malê ve girê da.
Zana Farqînî li ser sedemên bipaşketina zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê anî zimên:
"Zêdetirî 100 sal in pergalek heye ku ziman qedexe kiriye û polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstematîk dimeşîne.
Xelk ji bo ku di dibistanan de rûbirûyî pirsgirêkan nebin û kar peyda bikin, neçar mane bi zimanê Tirkî biaxivin û dan û standinê bikin."
"Ziman nîşana hebûna neteweyê ye"
Zimannasê Kurd rexne li malbatên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê jî girtin û diyar kir ku sedem ne tenê pergal e. Wî bal kişand li ser vê xalê û li pey çû:
"Tewra ew dê û bavên ku ji aliyê siyasî û neteweyî ve gelekî hişyar in jî li nav malên xwe zimanê serdest ku Tirkî ye bi kar tînin.
Ev ji bo wan bûye tiştekî asayî û zimanê xwe naşînin zarokên xwe. Dema ku zimanekî biyanî ket nav malê, em êdî nikarin behsa paşerojeke geş ji bo wî zimanî bikin."
Zana Farqînî eşkere kir ku ti parçeyê Kurdistanê wekî Bakur rûbirûyî polîtîkayên tund ên asîmîlasyonê nebûye û ragihand ku niha nifşê duyem û sêyem wisa difikirin ku axaftina bi Tirkî tiştekî asayî ye.
"Mafên siyasî bêyî ziman xeyal in"
Farqînî li ser wê nêrîna ku dibêje "îdeolojî ji zimên girîngtir e" yan jî divê "ewil mafên siyasî werin standin" got:
"Ziman nîşana hebûna netewe û nasnameyê ye. Ew zimanê ku tune bibe, tu nikarî pişt re li zarokan vegerînî.
Yên ku dibêjin bila em ewil bigihin mafên xwe yên siyasî, bi baweriya min ev xeyal e.
Em dibînin ku li cîhanê hinek netewe gihiştine dewletê û perwerdeya wan jî bi zimanê dayîkê ye lê nikarin ziman ji bo zarokên xwe vegerînin."
Zana Farqînî her wiha behsa lawazbûna pêgeha zimanê Kurdî ya li bazar û saziyên fermî kir.
Wî diyar kir ku heta ziman nebe xwedî bihayekî aborî û di sazî û partiyên siyasî de nûnertiya wê neyê kirin, dê li hemberî zimanê serdest lawaz bibe û giraniya xwe winda bike.
"Mafê axaftinê tenê têra çareseriyê nake"
Wî destnîşan kir ku pêdiviya Kurdên Bakur bi stratejiyeke zimannasiyê heye.
Her wiha ragihand ku divê kesên navdar di warên bazirganî, medya, zanist û jiyana rojane de Kurdî bi kar bînin da ku ziman di çavê xelkê de şîrin bibe.
Zana Farqînî di dawiyê de destnîşan kir, "Heta ku ziman nebe zimanê perwerdeyê û zarok di dibistanan de bi zimanê dayîkê nexwînin, tenê bi mafê axaftin û fêrbûnê ev pirsgirêk çareser nabe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse