Washingtonê Cejna Newrozê bi fermî nas kir

02-03-2022
RÛDAW
Newroz 2021an li Akrê (Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw)
Newroz 2021an li Akrê (Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw)
Nîşan Cejna Newrozê Encûmena Washingtonê Kurdistan Îran Cejna Vejînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena bajarê Washingtona paytexta Amerîka bi koma dengan Newroz weke bûyereke kulturî û dîrokî pejirand.

Encûmena bajarê Washingtonê di vê biryarnamê de, Newroz weke cejneke şûnwarî bi kevinahiya 3 hezar salan da naskirin û di daxuyaniyê de hatiye, “li Îran, Efxanistan, Tacîkistan, Komara Azerbaycanê û herweha li gelek cihên din yên cîhanê, ji aliyê olên curbecur û kesên bê ol jî tê pîrozkirin.”

Herwiha di biryarnameya wê encûmenê da hatiye ku Newroz wek cejneke “dûrî regez, netewe û olan” tê pîrozkirin.

Cejna Newrozê

Cejna Newrozê ji aliyê xelkê Kurdistan, Îran û hejmareke welatên din ve şeva ku 20ê Adarê bi 21ê Adarê ve girê dide, agir tê pêxistin û hatina biharê tê pîrozkirin.

Newroz ji bo Kurdan jibilî ku wek hatina biharê jî tê pîrozkirin, lê xwedî wateyeke cuda ye û wek `Cejna Vejînê` jî tê dîtin û cuda ji welatên din bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Li gor rîwayetan Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq ku welatê Kurdan dagir û wêran kiribû, serî hil da û agir dada û ji wê rojê ve Newroz li Kurdistanê wek `Cejna Vejîn û Serhildanê` tê pîrozkirin.

Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê berî 21ê Adarê amadekariyên berfireh tên kirin û roja 21ê Adarê Newroz bi coşeke mezin û şêwazên cuda tê pîrozkirin. Akrêya ser bi Duhoka Başûrê Kurdistanê ve jî wek `Paytexta Newrozê` tê binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst