Li Qamişlo dîdarek hat birêvebirin

02-03-2022
RÛDAW
Di dîdarê de çalakvanên civakî, siyasî û rewşenbîr beşdar bûn
Di dîdarê de çalakvanên civakî, siyasî û rewşenbîr beşdar bûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakvanên civakî, siyasî û rewşenbîrî bi destpêşxeriyekê dîdarek lidar xistin. Beşdaran dosya Rojavayê Kurdistanê piştî şerê Rûsya û Ukrayna û bandora wê li ser Sûriyê gotûbêj kirin. Hinekan ji beşdaran dane zanîn ku armanca wan ewe zextê li partiyên siyasî bikin ji bo ku lihevkirinekê di navbera xwe de pêk bînin û Rojavayê Kurdistanê ji bandorên neyînî yên rewşa niha ya cîhanî biparêzin.

Li bajarê Qamişlo yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi destpêşxeriyekê ji çend çalakvanên civakî, siyasî û rewşenbîrî, 28ê Sibata 2022yan, dîdareke alûgoriya nerînan hat lidarxistin.

Di wê dîdarê de, beşdarbûyan mijarên girêdayî dosyeya Kurdên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin, bi taybetî piştî krîza Ukrayna û egera bandorên wê li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Çalakvanê siyasî Ebdulwehab Xelîl got: “Destpêşxeriyek e û hewleke ciddî ye da bibe bingeheke ciddî ji bo workşopên hatî yên diyalogê. Me hejmarek ji kesayetiyên rewşenbîrî û civakî yên Kurd vexwendin, bi mebesta danûstandinê derbarê dosyeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, li jêr milmilaniyên navdewletî, û rengvedan û bandorên wan ên erênî û nerênî li ser navçeyê bi awayekî giştî. Hejmarek ji mijarên gelekî girîng hatin pêşkêşkirin, girêdayî dosyeya Kurdî ne, li Rojvavayê Kurdistanê, û awayê dîtina çareseriyan jê re.”

Bi gotina hinek beşdarbûyan, armanca wan ew e ku guşarê li ser partiyên siyasî bikin, da bigihêjin çareyekê derbarê rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê, li jêr bandora milmilaniyên cîhanî ku dibin.

Nivîskar ji Qamişlo Şemis Enter jî got: “Her welatiyek li Sûriyê, ji ber vê krîza ku heye, ji ber şer û bûyerên ku hene, ji ber dorpêça abûrî û rewşa siyasî, ziyan dîtiye. Her mirovek li kolana Kurdî hest bi berpirsiyariyê derbarê vê rewşê dike, herwiha dikeve jêr bandora vê rewşê. Em jî, weke hejmarekê ji kesan, ku ji rewşenbîriyê nêzîk in, em nabêjin em rewşenbîr in, em hewl didin derçûnekê û çareyekê bibînin, hinek raspardeyan bibînin da wan arasteyî aliyên berpis bikin, aliyên ku biryarê derbarê rewşa Sûriyê didin, ji ber ku em li jêr bandorê ne, mixabin em ne aktîv in, lê divê em aktîv bin, divê nerîna me derbarê tiştê ku li derdora me dibe hebe. Divê nerîna me di çarenivîsa me de hebe.”

Bi gotina hinek beşdarbûyan, piştî krîza Ukrayna, tirsek li cem nişteciyên Rojavayê Kurdistanê peyda bûye, derbarê egera dirustbûna êrîşeke Tirkiyê li dijî navçeyên wan, êdî gaveke wiha ji danûstandinan ji bo peydakirina guşarê ye, li ser aliyên siyasî, da bi berpirsiyarî bi erkê xwe rabin, bi armanca parastina asayişa navçeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst