Hewlêr (Rûdaw) - Dadega Cezayên Giran a Amedê derbarê Serokê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Serokê berê yê Şaredariya Navçeya Yenîşehîrê ya parêzgeha Amedê Selim Kurbanoglu de biryara 10 sal û şeş meh zindanîkirinê da.
Doh 1ê Adara 2022ê Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi tohmeta “endamê rêkxistinê ye û erkê xwe yê serokê şaredariyê xirap bikar aniye,” derbarê Selim Kurbanoglu de biryara girtinê da.
Di dozê de ku li Amedê hat dîtin, Kurbanoglu îdiayên derbarê wî de dihatin kirin red kirin û got: “Min erkê xwe bi layîqî cîbicîh kiriye û daxwaza betalkirina dozê kir.”
Lê dadgehê ev daxwaza wî qebul nekir û biryara 10 sal û şeş meh zindan bo Selim Kurbanoglu derxist û polîsan ew li salona dadgehê girtin û birin girtîgehê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse