VÎDEOWALL - Hebûna DAIŞê li deverên Kurdistanî

02-05-2021
DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê 970 êrîş kirine
DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê 970 êrîş kirine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokerkanê Hêzên Pêşmerge ji bo Meşq û Operasyonan Lîwa Qareman Şêx Kemal ji  Rûdawê re ragihand ku bi sedema valahiya ewlehî di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê, li sînorê Xaneqîn heta sînorê Diyale, ji Kerkûkê heta Deşta Neynewayê, bi giştî DAIŞ li her cihekî heye.

Li hinek deverên valahiya di destê DAIŞê de digihêje 50-60 kîlometreyan.

Di dema borî de %65 ji êrîşên DAIŞê li sînorê Diyale û Kerkûkê bû, ku gelek valahî li wan navçeyan heye.

DAIŞ li sînorên Hêzên Federal ên Iraqê, sedema sereke ya êrîşên wan jî ew navçe ne.

Amarên êrîşên DAIŞê:

Tenê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, DAIŞ 970 êrîş kirine, ku bi vî awayî ne:

Sala 2018: 456 êrîş ku bûne sedema kuştin, birîndarbûn û revandina 1742 kesan.

Sala 2019: 270 êrîş ku bûne sedema kuştin, birîndarbûn û revandina 1260 kesan.

Sala 2020: 230 êrîş ku bûne sedema kuştin, birîndarbûn û revandina 812 kesan.

Meha Çile ya îsal a 2021ê: 14 êrîş û 150 kuştî û birîndar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst