'Nîqaşkirina misilmantiya Kurdan tiştekî ne rast e'

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Fatih Kayhan Îhsan Aktaş Amed Kurd Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrênerê Kompanya Genarê Ihsan Aktaş diyar kir ku piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê mislimanên li her derê cîhanê kêfxweş bûne lê li parêzgeha Amedê ev kelecan çênebûye. Li ser vê yekê Cîgirê Serokê Rêxistina Amedê yê AK Partiyê Fatih Kayhan got “Nîqaşkirina misilmantiya Kurdan tiştekî ne rast e.”

Damezrênerê Kompanya rapirsiyan Genarê Ihsan Aktaş ku nêzîkî AK Partiyê tê naskirin li ser hesabê xwe yê medya civakî li ser hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê peyamek belav kir û got: “Di vê hilbijartinê de bo tiştekî ez xemgîn bûm. Dema li Tirkiye encam diyar bû û Erdogan biserket, li hemû misilmanên cîhanê wek cejnê pîroz kirin. Ev encam di cîhana îslamê de qeysa fetha Stenbolê kelecanek çêkir. Ew kelecana ku ligel misilmanên li Rûsyayê bigrin heta Efrîqa, Rojhilata Dûr û Amerikayê çêbû gelo çima li Amedê nebû. Kurd misilman in, oldar in û di dîrokê de Amed her bûye rihê îslamê. Divê her şexsek vê pirsê ji xwe bike.”

Piştî van gotinên Aktaş Cîgirê Serokê rêxistina Amedê ya AK Partiyê Mehmet Fatih Kayhan nerazîbûn nîşan da û bersivek belav kir.

Kayhan got “Nîqaşkirina misilmantiya Kurdan tiştekî ne rast e. Kurd miletekî kevnar ê vê erdnîgariyê ne. Em hemû zarokên pêxember û sahabeyan e. Herî zêde yên ku xwedî li serokkomarê xwe derdikevin em in. Şeva hilbijartinê jî yên herî zêde kêfxweş bûn em bûn.”

Di hilbijartinên 14ê Gulanê yên parlamentoya Tirkiyê de li parêzgeha Amedê AK Partî 3, Partiya Çepên Kesk 8 û CHPê jî 1 parlamenterî bidestxistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst