Jina ku ket ber patozê serê wê jêbû

02-08-2025
RÛDAW
Nîşan Erzirom Serpîl Çîftçî Patoz Lafsor Narman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Narmanê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê jineke ku serê wê di makîneya patozê de ma, canê xwe ji dest da.

Li gundê Lafsorê Narmanê dema li nêzîkî mala xwe patoz dikirin serê Serpil Çiftçiya 43 salî ket ber şafta makîneya patozê.

Serpîl Çîftçiya ku serê wê ji bedena wê vebû, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Timên tenduristiyê piştî xebatên li cihê bûyerê, termê Çîftçiyê bir morgê.

Cenazeyê Serpîl Çîftçîyê piştî nimêja nîvro li goristana gund hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst