Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fransayê re civiya

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Patrick Durel Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Îraqê Patrick Durel û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî amade bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku behsa pêwendiyên dualî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hatin kirin.

Di civînê de hat tekezkirin ku divê wekî herêmeke federal û li ser bingeha destûrê, bi awayekî dadperwerane rêz li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê were girtin û para wê ya budceyê û şayisteyên wê yên darayî bêyî pirsgirêk û astengî bên şandin.

Her wiha derbarê hewl û gotûbêjên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nêrîn hatin guhartin û rewşa giştî ya Îraqê hat nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst