Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir ku gerîla Çiya Rizgar 25ê Tebaxê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGyê got, "Yek ji pêşengên tevgera me ya ciwanan, hevrêyê me Çiya Rizgar ku gihişte şehadetê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û li beramberî bîranîna wî em bejna xwe ditewînin."
Hat zanîn ku Çiyar Rizgar endamê Koordînasyona Komalên Ciwan bûye.
HPGyê her wiha ji rêxistina Komalên Ciwan, malbata Çiya Rizgar û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Çiya Rizgar: Navê wî yê fermî Arjen Yavuz e û sala 1992yan li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayîk bûye û sala 2013an li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Hat ragihandin ku Çiya Rizgar 25ê Tebaxê ji ber nexweşiyê li cihê ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse