Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku di demeke nêzîk de Kampa Rojê ya malbatên çekdarên DAIŞê ya li Rojavayê Kurdistanê dê bê valakirin.
Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku Kampa Rojê hîn jî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye û ji aliyê hêzên Asayîşê ve tê parastin.
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku rewşa li derdora kampê aram e û got, "Şaneyên DAIŞê li wê herêmê nînin û xizmet ji aliyê rêxistinan ve bi awayekî rojane û berdewam tên pêşkêşkirin."
Li kampê çend kes hene?
Şêxmûs Ehmed eşkere kir ku li Kampa Rojê 730 malbatên biyanî yên ji derdora 42 welatan hene.
Her wiha 15 malbatên Îraqî û 11 malbatên Sûriyeyî jî lê ne ku hejmara wan bi giştî digihîje derdora 2 hezar û 225 kesan
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser û HSDyê biryar daye ku di demeke nêzîk de Kampa Rojê vala bikin.
Ji bo veguhastina malbatên Îraqî, wan bi Komîsyona Bilind a Penaberan re hevahengî kiriye.
Li ser daxwaza Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) û xizmên kesên ku li kampê dimînin, dê malbatên Sûriyeyî jî veguhêzin deverên xwe yên resen.
"Em amade ne hêsankariyê bikin"
Şêxmûs Ehmed derbarê malbatên biyanî jî got, ji bo vegerandina wan dê di navbera welatan û Rêveberiya Xweser de hevahengî hebe.
Berê pêwendî bi rêya Hevpeymaniya Navneteweyî, Rêveberiya Pêwendiyên Derve û HSDyê bû.
Lê niha her welatekî ku bixwaze welatiyên xwe vegerîne, dê pêwendiya wî rasterast bi Rêveberiya Xweser re be û ew jî amade ne ji bo vegerandina wan hêsankariyan bikin.
Şêxmûs Ehmed anî ziman, "Em hêvî dikin welatên biyanî di demeke nêzîk de tevahiya welatiyên xwe ji Kampa Rojê veguhêzin."
Malbatên Awistralyayî hatin vegerandin
Hefteya borî biryar hat dayîn ku hinek malbatên Awistralyayî bişînin welatê wan lê careke din vegerandin Kampa Rojê.
Şêxmûs Ehmed eşkere kir ku ew malbat ji 34 kesan pêk dihatin û radestî xizmên wan hatibûn kirin ku ji Awistralyayê çûbûn Rojavayê Kurdistanê.
Lê bi gotina Şêxmûs Ehmed, ew kes ji aliyê yekîneyeke Hikûmeta Şamê ve hatin vegerandin û sedema vegerandina wan jî nehatiye diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse