Li Dêrezorê 9 kes hatin girtin

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Taybet Operasyon Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di operasyoneke li gundewarê rojhilatê Dêrezorê de 9 kes hatine girtin û ew wekî endamên "şaneyeke terorîst" bi nav kirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe, operasyon ji aliyê Hêzên Taybet (H.A.T) ve bi hevkariya Dezgeha Ewlehiyê ya Giştî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de "veşartgehên kesên xeternak" hatine armanckirin ku di êrişan û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê de cih girtiye.

Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe diyar kir ku di operasyonê de dest bi ser gelek amûr û kelûpelên leşkerî jî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, di nav wan amûran de "mayîneke dijîtank a amadekirî, çekek, du rext, çar şarjorên tije, û çar amûrên pêwendiyê" hebûn.

Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe di daxuyaniya xwe de soza xwe ya ji bo "parastina ewlehî û aramiya civakê" nû kir û diyar kir ku "ewlehiya vê axê û rûmeta gelê wê xeta sor e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst