Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Zela û Ofîsa Guhartina Demokratîk li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê derbarê federalîzmê komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de federalîzm wekî çareseriyeke gengaz a ji bo yekgirtina Sûriyeyê û avakirina jiyaneke siyasî ya demokratîk hat nirxandin.
Profesor Soeren Keil di komxebatê de semînerek pêşkêş kir û Siyasetmedarê Kurd û Serokê Eniya Kurdistanî ya Sûriyeyê Siyamend Haco û Berpirsê Maseya Rojavayê Kurdistanê yê Rûdawê Hisên Omer jî guftûgoyek li ser heman mijarê kir.
Kesên beşdarî komxebatê bûn ji pêkhateyên cuda yên wekî Kurd, Suryan, û Aşûriyan pêk hatibûn.
"Çareseriya ji bo yekgirtina welat"
Di nîqaşan de, beşdaran bi giştî teqezî li ser girîngiya federalîzmê kir.
Berpirsê Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk Gabriyel Mûşê diyar kir ku federalîzm dikare bibe çareserî û got:
"Bi baweriya min, federalîzm wekî ku Soren Keil pêşkêş kir dibe ku take çareserî be ji bo ji nû ve yekgirtina welat û destpêkirina avakirina jiyaneke siyasî ya demokratîk."
"Desthilat ne amade ye"
Li aliyê din, hinek beşdaran jî bal kişand ser wê yekê ku desthilata heyî ji bo lihevkirin û çareseriyeke bi vî rengî ne amade ye.
Di dawiya komxebatê de beşdaran bi awayekî çalak nêrînên xwe anîn ziman û pirsên xwe yên derbarê sîstema federalîzmê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse