Li Sêmalkayê sîstema gumrikê hat guhertin

2 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Deriyê Sêmalkayê Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Muşîr Remah Sîstema Gumrikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbasbûna hinek kel û pelan a ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat qedexekirin.

Berpirsê Beşa Ragihandinê yê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Muşîr Remah derbarê pergala bacê û qedexekirina derbasbûna hinek kel û pelan a ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve ji Rûdawê re axivî.

Dêriyê Sînorî yê Sêmalkayê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye.

Ev qedexeya ku li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê tê sepandin, biryara Komîteya Niştimanî ya Hawirde û Hinardeyê ye.

Pênaseya gumrikê li hemû deriyan yek e

Muşîr Remah destnîşan kir ku pênaseya gumrikê ya ku tê sepandin, li hemû deriyên sînorî yek e.

Wî diyar kir ku di navbera deriyan de ti cudahî nîne.

Remah her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa deriyê Sêmalkayê.

Wî eşkere kir ku ew derî ketiye bin sîwana Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan.

Lewma pênaseya gumrikê li wir jî wekî hemû deriyên din ên sînorî tê sepandin.

“Em biryarên Komîteyê bi cih tînin”

Berpirsê Beşa Ragihandinê destnîşan kir ku ev yek beşek e ji siyaseta yekkirina pergalên aborî û gumrikê.

Muşîr Remah got, "Em biryarên Komîteya Niştimanî ya Hawirde û Hinardeyê bi cih tînin.

Ne mentiqî ye ku pênaseya gumrikê ya li deriyê Sêmalkayê ji deriyên wekî Bab El-Hewa an jî Nesîbê cuda be.

Hemû derî bi yek pîvan û yek pênaseyê kar dikin."

Çavkaniyeke ji deriyê sînorî yê Sêmalkayê jî agahî dan Rûdawê û ev pênaseya nû ya gumrikê piştrast kir.

Wê çavkaniyê her wiha piştrast kir ku derbasbûna hinek kel û pelan a ji Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye qedexekirin û ev biryar niha bi awayekî fermî tê cîbicîhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst