Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Dr. Ferhad Tofîq ragihand ku 23 namzedên partiya wan hene û eger di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de bi ser bikevin dê tenê bi Kurdî biaxivin.
Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê amade dike ku dê 11ê Çiriya Pêşîn a 2025an bên kirin.
Berdevkê PSDKyê Ferhad Tofîq ku di heman demê de serokê lîsteya PSDKyê ya ji bo parêzgeha Silêmaniyê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:
"Dema em dibêjin em ne Îraqî ne, em bi kiryarên xwe jî vê yekê îsbat dikin.
Dema em di hilbijartinê de bi ser ketin û çûn parlamentoyê, ne ez û ne jî namzedên me yên din, yek ji me ne amade ye ku bi Erebî biaxive."
Berdevkê PSDKyê got, “Divê li Parlamentoya Îraqê wergêrê hevdem ji bo zimanê Kurdî were danîn.
Destûrê ew maf daye Kurdan lê mixabin berê parlamenterên Kurdistanê ew mafê xwe bi kar neaniye."
Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê ku serokatiya wê Mihemed Hecî Mehmûd dike, di Parlamentoya Kurdistanê de xwedî kursiyekê ye û di hikûmetê de jî wezîrekî wan heye.
Ferhad Tofîqê ku di heman demê de serokatiya lîsteya partiya xwe ya li bazneya parêzgeha Silêmaniyê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dike, got:
“Madeya çaremîn a destûra Îraqê eşkere kiriye ku zimanê Kurdî wekhevê zimanê Erebî ye, ne yekem û duyem e.
Ji ber vê yekê mafê Kurdan e ku daxwaz bikin tabelayên rêberiya trafîkê yên li Besrayê bi Kurdî bin."
Hilbijartinên parlamentoya Îraqê
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Pêşîn bên kirin.
PSDK bi 23 namzedan ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û Diyaleyê beşdarî hilbijartinan dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse