Agirî - Mînîbusê li kerî da: 3 kes birîndar bûn, 55 serî mîh jî mirar bûn

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Giyadîn Qeza Huseyîn Çelîk Kurd Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûsekê li keriyekî pez da, 3 kes birîndar bûn û 55 ser mîh jî mirar bûn.

Bûyer derengê şeva borî li gundê Dilxêriyê yê navçeya Giyadînê çêbû.

Mînîbûseke ku heta niha nasnameya şofêrê wê ne diyar e, li ser rêya Agirî-Îranê li keriyekî pez ê ajaldarekî bi nave Aydin Başboga da.

Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn û 55 ser mîh jî mirar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Axîn di hembêza pîrika xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dengê axîna welatekî kitim ji çîroka Axînê tê

Şer li welatekî kitim ê bi navê Kurdistanê rehmê li hûr giran, li hitik û pitikan, li pîr û kalan, li mirî û zindiyan, li dar û beran nake