Hewlêr (Rûdaw) - Peymana BPyê ya ji bo bipêşxistina zeviyên petrolê yên Kerkûkê hat çalakkirin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê, ji bo bipêşxistina zeviyên petrolê yên Kerkûkê û tesîsên gazê bi Kompanyaya BPyê re peymanek îmze kir.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî diyar kir ku ev peyman dê li gel bipêşxistin û zêdekirina hilberîna petrol û gazê, derfetên kar ji bo xelkê Kerkûkê û parêzgehên derdora wê jî peyda bike.
Îro bi serpereştiya Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî, Kompanyaya Petrolê ya Bakur, Kompanyaya Gazê ya Bakur û Kompanyaya BPyê ya Brîtanî ji bo bipêşxistina çar zeviyên petrolê yên Kerkûkê û nûjenkirina tesîsên gazê peymanek îmze kir.
Wezîrê Petrolê ragihand ku peymana bipêşxistina çar zeviyên Kerkûkê yek ji peymanên girîng e û armanca wê bipêşxistina zeviyên Babagurgur, Avana, Cembûr, Bay Hesen û Xebaz e.
Ji bilî nûjenkirina tesîsên Kompanyaya Gazê ya Bakur, ew dê hilberîna gazê zêde bikin da ku sotemeniya pêwîst ji bo santralên hilberîna elektrîkê dabîn bikin.
Kompanyaya Brîtanî 1ê Tebaxa 2024an bi Hikûmeta Îraqê re peymana xwe îmze kiribû ku armanca wê pêşxistina zeviyên petrolê yên li Kerkûkê û veberhênana li gaza pê re ya wan zeviyan e.
Destpêkê 328 hezar bermîl
Wezîrê Petrolê yê Îraqê got, “Cîgirkirina rêjeya berhema destpêkê ya bi 328 hezar bermîlên rojane, wekî destpêka peymanê tê dîtin û her bermîleke zêdetir ji wê jî, wekî pêvajoya bipêşxistinê tê hesibandin.”
Heyan Ebdulxenî hêvî kir ku bi rêya vê peymanê, hilberîna petrola xav zêde bibe û bi vê yekê rêjeya sûdwergirtina ji gaza pê re jî bilind bibe.
Li gorî peymana di navbera Kompanyaya BPyê û Kompanyaya Petrola Bakur de, dê bi serpereştiya 9 endezyarên Brîtanî û nêzîkî hezar karker û karmendên xwecihî, li 73 bîrên petrolê yên zeviyên Kerkûkê kar were kirin.
"Dê bibe sedema derfetên kar"
Heyan Ebdulxenî got, “Ev peyman dê bibe sedema peydakirina derfetên kar ji bo xelkê Kerkûkê û parêzgehên derdora wê, ji bilî dabînkirina sotemeniyê ji bo santralên elektrîkê û pîşesaziyên din ên navxweyî.”
Birêvebirê Kompanyaya BPyê yê Îraqê Zêd Yasirî ragihand, çalakkirina peymanê "gaveke sereke ye ji bo bihêzkirina hevahengî û hevbeşiyeke rasteqîn a bi her du kompanyayên Petrola Bakur û Gaza Bakur re ji bo bipêşxistina zeviyên petrolê yên Kerkûkê."
Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Petrolê ya Bakur Amir Xelîl got:
"Çalakkirina peymana bipêşxistina çar zeviyên petrolê û diyarkirina berhema destpêkê, destpêkek e ji bo operasyonên bipêşxistina zeviyan bi armanca zêdekirina hilberîna petrolê ku dê sûdeke mezin ji parêzgehê re hebe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse