Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand, planeke wan heye ku xeta veguhastina petrola xam a bi Sûriyeyê re ji nû ve çalak bikin û di vê çarçoveyê de li gel hevtayê xwe yê Sûriyeyî li ser avakirina komîteyeke hevbeş li hev kiriye.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî îro li Bexdayê li gel Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr civiya û ragihand ku Îraq ji bo zêdekirina hilberînê dixebite û pêwîstiya wê bi deriyên zêdetir ên hinardekirinê heye.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî got:
“Xeta veguhastina petrolê ya Îraq-Sûriyeyê di deh salên borî de roleke girîng lîst û ji nû ve çalakkirina wê di vê demê de girîng e.
Ji bilî destpêkirina hinardekirinê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, em li ser pêşniyarên hinardekirinê yên bi rêya xeta Banyasê ya Sûriyeyê û xeta Trablusê ya Libnanê jî lêkolînê dikin.”
Heyan Ebdulxenî her wiha da zanîn ku Îraq di hilberîna gaz û petrola spî de gihiştiye asta xwedabînkirinê û anî ziman:
“Heta dawiya îsal em dê di warê benzînê de jî bigihêjin asta xwedabînkirinê û êdî em dê hawirdekirina wê rawestînin.”
Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Îraqê, her du wezîran ji bo agahdarbûna ji rewşa boriyê û gotûbêjkirina egera ji nû ve destpêkirina hinardekirinê li ser avakirina komîteyeke hevbeş li hev kiriye.
Her wiha hatiye pêşniyarkirin ku şêwirmendekî navneteweyî beşdar bibe da ku rewşa teknîkî û kargêriya boriyê diyar bike.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê jî amaje bi wê yekê kir ku pîşesaziya petrolê ya welatê wî pêwîstî bi hevahengiya herêmî heye û tekezî li ser girîngiya ji nû ve çalakkirina boriyê kir ku ji ber karên têkderane û kevnbûnê zerer dîtibû.
Di civînê de bi amadebûna Serokê Desteya Niştimanî ya Veberhênanê ya Îraqê, gotûbêj li ser veberhênanê hat kirin.
Her wiha bi amadebûna Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê Ewn Ziyab behsa pirsgirêka avê hat kirin.
Boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê sala 1952yan hatiye çêkirin û dirêjahiya wê 800 kîlometre ye.
Borî ji sala 2003yan ve ji kar ketiye û eger were çêkirin, şiyana wê heye ku rojane zêdetirî 300 hezar bermîl petrolê hinarde bike.
Nîsana îsal, hikûmeta Îraqê ji bo hinardekirina petrolê ya bi rêya benderê û gihandina wê ji bo Deryaya Spî dest bi danûstandinan li gel Sûriyeyê kiribû û şandeyeke payebilind a Îraqê ji bo gotûbêjkirina planên ji nû ve çalakkirina wê xetê çûbû serdana Şamê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse