Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê dibêje, bipêşxistina çar zeviyên petrolê yên li Kerkûkê ji aliyê kompanyayên Brîtanî ve dê pêgeha parêzgehê wekî yek ji navendên herî girîng ên petrolê yên li herêmê xurt bike.
Foruma Enerjiyê ya Navneteweyî ya Bexdayê îro dest pê kir û dê 2 rojan berdwam bike.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî di forumê de gotarek pêşkêş kir.
Heyan Ebdulxenî di gotarê de ragihand ku wan ji bo çar zeviyên petrolê yên li Kerkûkê peymaneke stratejîk li gel kompanyayên Brîtanî îmze kiriye.
Ebdulxenî her wiha anî ziman ku ev yek ji bo zêdekirina kapasîteya hilberîna petrolê û avakirina satralên hilberîna gazê ye.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê her wiha got, "Ev proje dê pêgeha Kerkûkê wekî yek ji navendên herî girîng ên petrolê li herêmê xurt bike û dê di vejandinê de di navbera bakur û başûr de hevsengiyeke pêwîst pêk bîne."
Beymana bi Brîtanyayê re
Peymana Wezareta Petrolê ya Îraqê ya li gel kompanyaya BP ya Brîtanî 26ê Adara 2025an li Bexdayê hatibû îmzekirin da ku asta hilberîna petrolê ya çar zeviyên Kerkûkê rojane bigihîne 420 hezar bermîlan.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand ku wan ji bo bazarên cîhanê li ser firehkirina rêyên ewle û aram ên hinardekirina petrolê kar kiriye.
Hinartina bi rêya Urdin, Sûriye û Tirkiyeyê
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku kapasîteya Bendera Besrayê ya hinartina petrolê hatiye zêdekirin, xeta boriya petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê hatiye bipêşxistin û her wiha ji bo hinartina petrolê bi rêya Sûriye û Libnanê rêyên nû hatine gotûbêjkirin.
Îraq bi du rêyan petrolê hinarde dike; yek ji wan bi rêya deryayê ji Besrayê û ya din jî bi rêya bejahiyê ji bo hinartina petrola Kerkûkê ji bo Urdinê ye.
Heyan Ebdulxenî ragihand, Îraq li gorî Peymana Parîsê pabend e ku heta sala 2030î gaza karbonê bi rêjeya ji sedî 2 kêm bike, lê ev rêje zêdetir bûye û gihiştiye ji sedî 2,5an û sala 2029an kêmkirina gaza karbonê dê bigihîje ji sedî 10an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse