Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî navçeya Dêwlanê ya parêzgeha Sineyê di encama qezayeke trafîkê de 3 kes mirin.
Qeza şeva borî li ser rêya Dêwlan-Qorveçayê ya parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.
Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Sineyê Hemîdreza Ebdulmelîkî ragihand ku otomobîleke taybet û barhilgireke biçûk li hev qelibîne.
Hemîdreza Ebdulmelîkî da zanîn ku ji ber dijwariya qezayê her 3 kesên di nav otomobîla taybet de di cih de mirine.
Li gorî amarên Saziya Tiba Dadî ya Îranê, di navbera 21ê Adara 2024an û 21ê Adara 2025an de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 20 hezar kesî di qezayên trafîkê de mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse