Hewlêr (Rûdaw) – Îro piştî nîvro Çiyayê Asos li sînorê qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hat bombebarankirin. Bi gotina Qaymeqamê Mawetê jî di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene.
Qaymeqamê Mawet a Silêmaniyê Kameran Hesen îro Înê 2ê Berfanbara 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Roja Înê piştî nîvro ciheke nêzî gundê Gelale yê Çiyayê Asosê hat bombebarankirin.”
Kameran Hesen got, “Gelek kes di dema bombebaranê de li wir bûn. Heta niha ne diyar e ku bombebaran ji aliyê firokeyên şer an jî dronan ve hatiye kirin. Heta niha ne diyar e kîjan hêz û welatan ew bombebaran kirine lê Tirkiyê berî niha çend caran ew navçe bombebaran kiribûn.” Kameran Hesen her wiha got, “Ji ber bombebaranê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 birîndar jî hatine piştrastkirin”
Kameran Hesen her wiha anî ziman, “Qurbanî xelkê gundê Qamişê ne û ne diyar e çima çûne wê deverê, lê ew sivîl in.”
Herêmên Mawet û Şerbajêr îsal gelek caran hatine. Herî dawî roja Duşemê 26ê Îlona 2022an hat bombebarankirin ku wê rojê Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihandibû, “Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Gelale yê ser sînor bombebaran kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse