Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de li Rojhilatê Kurdistanê bû sedema bêdengiyeke aloz.
Li gorî nûçegihanê Rûdawê yê li Rojhilatê Kurdistanê, xelk di pêvajoya agirbesta nazik de di bin nediyariyeke kûr û zexteke giran a aboriyê de dijî.
Di rojên beriya agirbestê de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana rojane bi temamî li gorî îhtimala şer hatibû guhertin.
Bi tirsa ku bibin armanca operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên ku dawiya meha Sibatê dest pê kiribûn, kolanên nêzîkî tesîsên leşkerî û ewlehiyê hema bêje bi temamî vala bûbûn.
Êrişên gengaz ên li ser binesaziya enerjiyê, fikarên qutbûna elektrîk, gaz û avê gihandibûn lûtkeyê.
Piştî ultîmatomên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê, gelek welatiyan berê xwe dabû sîstemên enerjiya rojê û stokkirina sotemeniyê.
Rewşa piştî agirbestê
Agirbesta du hefteyî ya ku 8ê Nîsanê hat ragihandin destpêkê bû sedema aramiyekê lê ev hest di demeke kurt de cihê xwe da fikara ji bo paşerojê.
Tevî agirbestê liv û tevgera leşkerî û zextên li herêmê didomin.
Hêzên ewlehiyê li ser kolan û qadên sereke hatine bicihkirin, gelek ji wan di wesayîtên xwe de radizên û bi vî rengî atmosfera şer zindî dihêlin.
Dibistan perwerdeya online didomînin, zanîngeh hîn jî girtî ne.
Ji ber kêmkirinên înternetê, xelk ji bo wergirtina nûçeyan girêdayî televîzyonên fermî bûye.
Her çend çalakiyên aborî qismen dest pê kiribin jî di bazarê de rawestan didome.
Her çend li kolanên ku berê vala bûbûn trafîk dîsa zêde bibe jî, xelk xerckirinên xwe tenê bi pêdiviyên bingehîn sînordar dike.
Sîrwanê sandwîçfiroşê ku ji ber sedemên ewlehiyê nasnav bi kar tîne, diyar kir ku ew hêvî dike agirbest ne mayînde be û nêrîneke balkêş pêşkêş kir.
Sîrwan diyar kir ku "berdewambûna şer derfetek e ji bo destpêkirina serhildana gel a li dijî birêvebiriya niha û bidawîanîna desthilatdariya Îranê".
Lê belê ew qebûl dike ku tirsa şer gelê hejar dixe nav tirsê.
Sîrwan lê zêde dike ku kolan qerebalix bûne lê mirov ditirsin pereyan xerc bikin, ji ber vê yekê firotin gelekî kêm in.
Tê çaverêkirin ku serdemeke dirêj a bêîstiqrariyê hebe
Cawfiroş Elî jî heman nêrînê parve dike û destnîşan dike ku qerebalixiya li sûkê venaguhere firotinê û diyar dike ku agirbest ew matmayî nekiriye û ew li bendê ye ku serdemeke dirêj a bêîstiqrariyê hebe ku dikare bibe sedema hilweşîna rejîmê.
Di demekê de ku bihabûna cidî ya xwirekê malbatan dixe nav zehmetiyê, li bazarên xwecihî serdestiya berhemên ku ji Tirkiye û Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin zêde dibe.
Sûka xaniyan jî bi temamî rawestiyaye.
Emlakdar Wirya dibêje, her çend xanî û erd gelekî biha bûbin jî, ti miamele nayên kirin.
Wirya diyar dike ku kiryar hene lê kes naxwaze milkê xwe bifiroşe û gilî dike ku tevî şert û mercên şer xwediyên xaniyan kirêyan kêm nakin.
Wirya tîne zimên ku xwediyên xaniyan hewl didin bihabûna jiyanê bixin stûyê kirêdaran.
Dolar dîsa gihîşt sînorê milyonek û 600 hezarî
Di piyaseya dowîzê de jî lerzîn heye.
Bazirganê dowîzê Hawrê diyar dike ku dolarê ku bi ragihandina agirbestê re ji asta milyonek û 620 hezar riyalî daketibû asta milyonek û 510 hezarî, bi asêbûna hevdîtinên dîplomatîk dîsa gihîşt sînorê milyonek û 600 hezarî.
Hawrê pêşbînî dike ku hikûmeta niha dikare herî zêde saleke din li ser pêyan bimîne.
Ji aliyê alîgirên hikûmetê ve agirbest wekî serkeftinekê tê dîtin
Ji aliyê hêzên ewlehiyê û alîgirên hikûmetê ve agirbest wekî serkeftinekê tê dîtin.
Polîs Seîd got, "Îran ew qas xurt bû ku karîbû Amerîkayê têk bibe û wan bîne ser maseya mizakereyan."
Seîd her wiha di xwenîşandanên serê salê de midaxeleya hikûmetê parast û îdia kir ku piraniya xwenîşanderan hêmanên çekdar bûn ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve dihatin şandin û hinek sivîl jî di navberê de mane.
Bi taybetî şêniyên herêmê yên pîr aramiya xwe ya ji rawestandina şer tînin ziman.
Meryema 56 salî got, "Ez ji dengê balafir û teqînan gelekî ditirsiyam."
Meryemê diyar kir ku her çend ew zane êriş kêm caran deverên niştecihbûnê dikin armanc jî, ew nikare li ber vê yekê rabe û hêviya xwe ya ku guhertin bi rêyên din pêk were bi van gotinan parve kir:
"Dibe ku Xwedê rehmê bike û ev rejîm bi rengekî din biçe û tune bibe."
Agirbestê dubendiyên kûr ên civakî û siyasî derxistin holê
Perspektîfên dînî jî helwestan didin formkirin.
Mele Kemal ku oldarekî Sune yê xwecihî ye got:
"Min xwest şer bisekine; di her rewşê de, heta heke di bin serokatiya Şîeyan de be jî, ez ne alîgirê wê me ku hêza Cihûyan li ser welatekî Îslamî serdest be."
Di nav Kurdên ku li bajarên din ên Îranê dijîn, bi taybetî li Tehranê de, agirbestê dubendiyên kûr ên civakî û siyasî derxistin holê.
Karker Arif bal kişand ser bêkariya belavbûyî ya ji ber girtina kargehan û rawestana li bazaran.
Perwaneya ku ji parêzgeha Kirmaşanê çûye Tehranê, diyar kir ku xelkê Tehranê gelekî bêhizûr e û di vê rewşê de ew hema bêje hilweşiyane.
Perwaneyê da zanîn ku civak di navbera kesên ku dixwazin şer berdewam bike ji bo rûxandina sîstema Îranê û kesên ku li dijî berdewambûna pevçûnê ne de, her ku diçe zêdetir dabeş dibe.
Perwaneyê li ser rewşê got:
"Komeke ku ji rejîmê nefret dike heye lê li şûna ku Îran bi temamî hilweşe û tune bibe, tercîh dike ku hikûmet li ser pêyan bimîne."
Ji bo gelek kesên li Rojhilatê Kurdistanê agirbest tenê tê wateya bidawîbûna pevçûnên çalak lê belê vê rewşê hîn şer xelas nekiriye, berovajî vê yekê qonaxeke nû ya nediyariyê daye destpêkirin.
Şer ji bo îhtimala guhertina siyasî hêviyek afirandibû lê agirbesta ji nişka ve, mirov bi pirsên bêbersiv ên li ser paşeroja wan re rû bi rû hiştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse