Li Rihayê xizm ji ber deynan bi nav hev ketin

02-12-2025
Nîşan Riha Pevçûn Xizm Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatên xizm de pevçûna bi çekan derket û 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Li Taxa Sultantepeyê nîqaşa ku ji ber "mesela deynan" di navbera malbatên xizm de derketibû, veguherî pevçûna bi çekan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

H.Î.yê 43 salî û M.M.yê 50 salî yên ku di pevçûnê de bi giranî birîndar bûn, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.

Cendirmeyan 3 kesên ku tev li pevçûnê bûne desteser kirin ku yek ji wan muxtar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst