Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya li gundê Lacanê yê Hewlêrê bi dawî bû û gundî vegeriyan malên xwe.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û kesayetê eşîra Herkiyan Xurşîd Herkî piştrast kir ku rewş asayî bûye û Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed soza çareseriyê daye.
Parêzgarê Hewlêrê ji Rûdawê re got, "Rewşa Lacanê bi temamî asayî bûye, ti alozî nemane û welatî vegeriyane ser kar û jiyana xwe ya asayî."
Li aliyê din, kesayetê diyar ê eşîra Herkiyan Xurşîd Herkî jî di bultena Rûdawê de diyar kir ku pirsgirêk çareser bûye.
Herkî li ser sedema aloziyan got, "Pirsgirêk ji ber daxwaza kar derket. Nûnertiya Parzûngeha Lanazê di dayîna kar de dadwerî nekiribû û xelkê gund daxwaza mafên xwe kiribû."
"Gotegotan xelk tirsand"
Doh beşeke şêniyên gund ji malên xwe derketibûn û Xurşîd Herkî sedema vê yekê wiha rave kir:
"Di nav xelkê de gotegotên wekî 'Dê xelk bê girtin û çekên wan bên standin' belav bûbûn lewra xelk ji tirsa derketina şer û aloziyan gund vala kir."
Herkî li ser bicîbûna hêzên ewlehiyê jî axivî û got, "Wezîrê Karên Navxwe piştrast kir ku dê pirsgirêk bê çareserkirin û soz da ku kesên hatine girtin jî dê bên berdan."
Mijara çekan
Li aliyê din, Umêd Xoşnaw ragihand ku ji bo qeydkirina çekên gund lîjneyek hatiye avakirin û teqez kir ku çek ji destê xelkê nayên standin.
Xurşîd Herkî jî li ser vê mijarê got, "Çekên gundiyan nayên tunekirin lê divê beriya ku pirsgirêk mezin bibe bê çareserkirin."
Beriya bi 3 rojan di navbera parêzvanên Parzûngeha Lanazê ya nêzîkî gundê Lacanê û xelkê gund de alozî derketibûn û aloziyê 3 rojan berdewam kir.
Di aloziyê de welatiyekî ku şofêrê barhilgirê bû bi guleyekê hatibû kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse