Hewlêr (Rûdaw) - Biryar bû 26ê vê mehê li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê berhemên Sûriyeyê werin nîşandan lê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku pêşangeh nayê vekirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re got, "Biryar bû 26ê vê mehê li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê Pêşangeha Berhemên Sûriyeyê were vekirin lê ew pêşangeh nayê vekirin."
6ê vê mehê, Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kir ku Kurd lê dijîn.
Ji ber êrişê bi dehan kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn, bi hezaran kes jî koçber bûn.
Umêd Xoşnaw li ser sedema betalkirina pêşangehê got, "Ev ne cara ewil e. Careke din jî ji ber ku Alaya Kurdistanê danenîbûn me rê li ber pêşangehê girt û paşê wan sererast kir.
Vê carê ji ber rûdanên li Sûriyeyê bi ti awayî rê nayê dayîn ku pêşangeh were vekirin."
30ê Kanûna Pêşîn a 2025an, Saziya Giştî ya Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê li ser hesabê xwe yê Facebookê reklama pêşangehê belav kiribû.
Di wê reklamê de wêneyê Keleha Hewlêrê hebû û Alayên Îraq û Sûriyeyê lê hatibûn danîn lê Alaya Kurdistanê tê de tune bû.
Tora Medyayî ya Rûdawê ev mijar şopand û bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî re peyivî.
Çend saet piştî şopandina Rûdawê, wê saziyê Ala Kurdistanê li wêneyê reklamê zêde kiribû.
#GRAFÎK - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 11, 2026
💬Pêşangeha Berhemên Sûriyeyê hat betalkirin#Rojava #Kurd #Heleb #Alepo #حلب #Syria pic.twitter.com/NzlpCZyW9E
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse