Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Kobaniyê fakulteya bijîşkî jî di nav de beşên nû tên vekirin û bernameyên masterê û doktorayê dê dest pê bikin.
Li gorî nûçeya ANHAyê, di civîna li Zanîngeha Kobaniyê ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de biryarên nû hatine wergirtin.
Meclisa Zanîngeha Kobaniyê di civîna xwe de biryarên nû yên derbarê berfirehkirina zanîngehê de wergirtine.
Hevseroka Meclisa Zanîngehê Xezne Îbrahîmê diyar kir ku wan di wê civînê de gelek biryarên nû wergirtine, beşên nû dê bên vekirin, û bernameyên doktora û masterê dê bên destpêkirin.
Xezne Îbrahîmê destnîşan kir ku di çarçoveya zanîngehê de, Fakulteya Mîmariyê ya 5 salî, Fakulteya Endazyariya Çandiniyê û peymangeha Veterîneriyê dê bê vekirin.
Her wiha Xezne Îbrahîmê da zanîn ku Peymangeha Tibê veguheriye Fakulteya Tibê.
Di çarçoveya Fakulteya Tibê de, beşên anestezî, laboratuwar, hemşîretî û alîkariya pêşîn jî dê cih bigirin.
Xeznê Îbrahîmê her wiha diyar kir ku Peymangeha Erdnîgariyê dê bibe fakulte û dema xwendina wê bibe 4 sal.
Her wiha dê Peymangeha Beyteriyê were vekirin ku xwendina wê 2 sal û nîv e.
Peyemangeha Ziman ku demekê hatibû rawestandin, dê dîse bê çalakkirin û dê xwendina beşên zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û fransî were destpêkirin.
Xwendina masterê û doktorayê dest pê dike
Li gorî agahiyên ku hevserokê dane, her wiha Peymangeha Zanistên Civakî jî dê bibe fakulteyek ku beşên dîrok, jineolojî, felsefe û civaknasiyê dihewîne.
Hat diyarkirin ku li zanîngehê di heman demê de bernameyên masterê ji bo beşên Birêvebiriya Giştî, Sosyolojî, Ziman û Wêjeya Kurdî, Ziman û Wêjeya Erebî, Ziman û Wêjeya Îngilîzî tên amadekirin, û îsal dê xwendina doktorayê jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de dest pê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse