Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê peymaneke hevkariyê ya akademîk a berfireh îmze kir.
Armanca peymanê bihêzkirina lêkolînên herêmî û navneteweyî, perwerdeya dîjîtal û bipêşketina saziyî ye.
Peyman ji aliyê Hevserokên Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim û Xezne Îbrahîmê û Rektorê Zanîngeha Szczecinê Prof. Waldemar Tarczynski ve hat îmzekirin.
Akademisyên û Serokê Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî ya Zanîngeha Szczecinê Kesra Nermend jî di civîna îmzekirina peymanê de hazir bû.
Çarçoveya hevkariyê gelek destpêşxeriyên akademîk, teknîkî û saziyî li xwe digire ku armanca wan piştgiriya mezinbûna Zanîngeha Kobaniyê û kûrkirina entegrasyona wê ya di qada akademîk a Ewropayê de ye.
Xalên sereke yên peymanê ev in:
- Piştgiriya avakirina laboratuarên akademîk: Her du zanîngeh dê ji bo avakirina laboratuarên zanistên sepandî (tetbîqî), ziman û lêkolînên civakî yên li Zanîngeha Kobaniyê hevkariyê bikin. Zanîngeha Szczecinê dê piştgiriya teknîkî û şêwirmendiyê bide.
- Platforma perwerdeya dîjîtal a hevbeş: Dê platformeke dîjîtal a hevbeş were bipêşxistin da ku xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê karibin beşdarî kurs, ders û semînerên online ên Zanîngeha Szczecinê bibin.
- Bernameyên perwerdeya îdarî: Karmendên îdarî yên Zanîngeha Kobaniyê dê karibin beşdarî bernameyên perwerdeyê yên Zanîngeha Szczecinê bibin ku li ser birêvebirina zanîngehê, misogerkirina kalîteyê û akredîtasyona akademîk in.
- Bernameyên hevkariya akademîk: Akademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê ji bo ku şiyanên xwe yên lêkolînê bi pêş bixin dê beşdarî bernameyên hevkariya akademîk ên demkurt û demdirêj ên li Polonyayê bibin.
- Bipêşxistina zimanê akademîk: Ji bo bihêzkirina Îngilîziya akademîk a mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê dê kursên taybet werin organîzekirin.
- Avakirina kovareke zanistî ya hevbeş: Her du sazî dê piştgiriyê bidin avakirina kovareke zanistî. Kovar dê ji aliyê Zanîngeha Kobaniyê ve were weşandin û Zanîngeha Szczecinê dê piştgiriya edîtorî û akademîk bide. Kovar dê li ser lêkolînên herêmî û navneteweyî hûr bibe.
- Serdanên akademîk ên salane: Ji bo xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobaniyê dê serdanên salane yên Zanîngeha Szczecinê werin organîzekirin da ku tecrubeya akademîk parve bikin û tevlî derdora akademîk a Ewropayê bibin.
- Hevkariya li ser enerjî û bipêşketina domdar: Peyman hevkariya li ser projeyên enerjiya nûjen û domdariya jîngehê yên li Kobaniyê jî li xwe digire ku dê bi pisporiya zanistî ya Zanîngeha Szczecinê were piştgirîkirin.
- Beşdariya di projeyên Yekîtiya Ewropayê de: Zanîngeha Szczecinê dê alîkariya Zanîngeha Kobaniyê bike ku wekî hevparekî fermî beşdarî bernameyên akademîk û lêkolînê yên Yekîtiya Ewropayê bibe.
- Avakirina yekîneya hevkariya navneteweyî: Dê li Zanîngeha Kobaniyê yekîneyeke taybet were avakirin ku bi rêberiya Zanîngeha Szczecinê hevkariyên navneteweyî û projeyên akademîk ên paşerojê koordîne bike.
- Nûjenkirina materyalên perwerdeyê: Zanîngeha Szczecinê dê piştgiriyê bide nûjenkirina materyalên dersan ên Zanîngeha Kobaniyê ku li gorî pêdiviyên bazara kar û standartên perwerdeya Ewropayê bin.
- Bihevguhertina akademîk a di navbera beşan de: Hevkarî, bernameyên bihevguhertina mamoste û xwendekaran a di beşên akademîk ên cuda de jî li xwe digire.
“Em serbilind in”
Serokê Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî ya Zanîngeha Szczecinê Kesra Nermend ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser pêbendbûna xwe û got:
“Em serbilind in ku ji bo bihêzkirina şiyanên teknîkî û binesaziya akademîk piştgiriyê didin Zanîngeha Kobaniyê.
Zanîngeha Kobaniyê zanîngehek e nû ye û hîn xwe di qada perwerdeya navneteweyî îsbat nekiriye û gelek gav hene ku biavêje.
Di vî warî em serbilind in ku ji aliyê peydakirina alav û tesîsan de piştgiriya bipêşketina wê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse