Li Bedlîsê şerê PKKê û artêşa Tirkiyê bi dijwarî berdewam e

03-06-2021
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Tetwan Şer PKK Gerîla Ûranis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ev du roj in di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûnên dijwar berdewam in. Îro di encama şer de cerdevanek hat kuştin û 2 leşker birîndar bûn. Duh jî cerdevanek û leşkerek hatibûn kuştin û 4 leşker birîndar bûbûn.

Li herêma Ûranis (Anadere) a ser bi Tetwanê ve li parêzgeha Bedlîsê ev du roj in di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Parêzgariya Bedlîsê duh ragihandibû ku di encama şer de cerdevanek û leşkerek hatine kuştin û 4 cendirme jî birîndar bûne.

Piştî wan şer û pevçûnan artêşa Tirkiyê operasyona li herêmê berfireh kiribû, hejmareke zêde ya leşker û cerdevan bo deverê veguhastibûn û li 10 gundên wê herêmê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Li gor zanyariyan îro jî di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şerekî dijwar derket.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, di encama şer de cerdevanê bi navê Cahît Çelîk hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.

Derbarê şer û pevçûnên îro de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin. Herwiha PKKê jî daxuyaniyek belav nekiriye.

Li gor zanyariyan şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û leşkerêm Tirkiyê de heta niha jî bi dijwarî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst