WAN - Qeyûm rawestgeha geştyaran guhert: Bû sedema nerazîbûnan

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Geştyar Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin bi armanca sivikkirina trafîkê hatina mînîbusên ku geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê vediguhêzin nav bajêr qedexe kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo rawestgeha mînîbusên şirketên taybet ên geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê vediguhêzin li taxa Şerefiyeyê ku ji navenda bajêr dûr e, cihek destnîşan kir.

Dikandar û şofêrên mînîbusan nerazîbûn nîşanî biryara şaredariyê da.

Dikandar û şofêr dibêjin, dema geştyar li derveyî bajêr ji mînîbusan peya dibin bi hêsanî nikarin bigihêjin navenda bajêr û otelên xwe û ev yek jî zererê dide geştyariya bajêr.

Yusuf Çetînê ku şofêriyê dike anî ziman:

“Di rêya Îranê de 9 şirketên me dixebitin.

Em bi ti awayî naxwazin geştyar mexdûr bibin.

Nayê qebûlkirin ku em geştyarên ji Kapikoyê werdigirin deynin vê derê û ew jî tevî çenteyên xwe bi zehmetî xwe bigihînin navendên dan û standinê.

Geştyar bi vî awayî mexdûr dibin, ji ber ku mexdûr dibin geştyar ji Wanê diçin.

Sala borî asta tijîbûna geştyaran nêzîkî ji sedî 95 û ji sedî 110 bû lê îsal heta ji sedî 20-25an daketiye.

Hem xelkê Wanê û hem jî dikandarên Wanê zererê dikin.

Ji sedî 70ê geştyaran li şûna Wanê diçin Ermenistan û Trabzonê.

Dema em geştyaran ji Kapikoyê werdigrin û datînin vê derê, pirsgirêkên veguhastinê çêdibin.

Li vê derê cihekî ku geştyar bêhna xwe berdin û pêwîstiyên xwe dabîn bikin, nîne.”

Heta niha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê derbarê bipaşdekişandina ji vê biryarê ti daxuyaniyên fermî nedane û nerazîbûnên esnaf û şofêran roj bi roj zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst