Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrî Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku jînosayda Kurdên Êzidî tawaneke ewqasî hovane ye ku hertim di wijdana gelê Kurdistan û mirovahiyê de dimîne, lewra pêwîste berdewam bi rêz û rûmet ve qurbaniyên wê komkujiyê bibîr bînin.
Serokwezîrî Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 7mîn salvegera komkujiya Şingalê de peyamek belav kir.
Mesrûr Brzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro 7mîn salvegera êrîşa hovane ya teorîstên DAIŞê bo ser xwîşk û birayên Êzidî li Şingal û derdora wê ye, ku bi wê sedemê hezaran kes ji rûniştvanên wê deverê hatin komkujkirin, wenda û awarekirin.”
Barzanî got ku divê ew komkujî neyê jibîkirin û wiha pê de çû: “Jînosayda Êzidiyan tawaneke ewqasî hovane ye ku hertim di wijdana gelê Kurdistan û mirovahiyê de dimîne, lewra pêwîst e berdewam bi rêz û rûmet ve qurbaniyên wê komkujiyê bibîr bînin. Herwiha bi pêzanîneke zêde ve qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Şingalê de bi rêberatiya Serok Mesûd Barzanî bibîr bînin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Di vê bîranîna xemgîn de, em tekez dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe ji hewlên xwe bo vegerandina serbilindane ya xwîşk û birayên Êzidî yên aware bo cihên wan û karkirin li gel hikûmeta Federalî û civaka navdewletî, di pêxema avedankirina şingal û deverên din yên xwêşk û birayên Êzidî.”
Mesrûr Barzanî behsa cîbicîkirina rêkkeftina Şingalê dike û dibêje: “Me tekeziyê li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftinê û asayîkirina rewşa Şingalê dikin ji bo xweşkirina zemîneyê ku aware bi serbilindane vegerin ser cih û warên xwe û devera wan jî bê avedankirin.”
Barzanî herwiha desnîşan kir ku hevdem ew dê hewlên xwe zêdetir xurt bikin ji bo dadgehîkirina tawanbarên DAIŞê û alîkarên wê û eşkerekirina çarenivîsa hemû wendayiyan.
Îro 7emîn salvegera êrişa DAIŞê ya bi ser Şingalê ye ku di wê êrişê de bi hezaran kurdên êzidî hatin kuştin û DAIŞê bi hezaran jî dîl girtin.
Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êriş kir ser Şingalê û bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî kuştin û dîl girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse