Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê agirê ku bi daristan pûşî ketibû hat vemirandin.
Li nêzîkî qereqola cendirmeyan îro serê sibehê ji ber sedemeke ku hîn jî nehatiye zanîn, agir bi daristanê ket.
Li ser aghdarkirinê, tîmên Birêvebiriya Dezgeha Daristanê, cendirme, AFAD, Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên îtfaiyeya şaredariyên Şirnex û Gundikê Melî çûn cihê bûyerê.
Piştî midaxelya tîman û xelkê Gundikê Melî agir hat vemirandin.
Li herêmê reşandina avê û xebatên sarkirinê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse