Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dest bi wergirtina berhemê pembo yê cotkaran kir.
Mehleca Hisiçayê û navendeke li Reqayê rojane bi sedan ton pembo werdigirin û ji bo her tonekê 600 dolaran didin cotkaran.
Mehleca Hisiçayê deriyê xwe li ber wergirtina berhemê pemboyê cotkaran vekiriye.
Rojane bi dehan barhilgirên pembo derbasî Mehlecê dibin û tîmên pispor li gorî rênimayên standardan danûstandinê bi berhemê re dikin.
Birêvebirê Mehleca Hisiçayê Îbrahîm Mehmûd Hisên li ser wergirtina pembo wiha got:
“Me li gorî belgeyên navendên çandiniyê ji cotkaran dest bi wergirtina pembo kiriye.
Berhem tê qapankirin û ji aliyê tîmên pispor ve li embarên taybet tê bicihkirin.
Me ji 27ê Îlonê ve dest bi wergirtina berhem kiriye, karê me bi asanî bi rê ve diçe.
Em amade ne hemû berhemê pemboyê cotkarên navçeyê werbigirin. Kalîteya pemboyê wergirtî baş e.”
Navenda Reqayê rojane 350 tonan werdigire
Li Reqayê jî Saziya Pembo ya Rêveberiya Xweser li gorî mekanîzmayeke rêkxistî dest bi wergirtina pembûyê cotkaran kiriye.
Li gorî serperiştyaran navenda wan rojane nêzîka 350 ton pembo werdigire.
Pisporê Navenda Wergirtina Pembo Hisên Xilêfan pêvajoyê wiha anî ziman:
“Piştî barhilgir ji deriyê serekî derbasî hundir dibin, bar li ser qapanê tê wezinkirin, û berhem ji aliyê serperiştyarên qadê ve tê cudakirin.
Piştre ji bo pişkinîna şilî û kalîteyê nimûneyek ji pembo 1-3 kg tê wergirtin.”
75 hezar ton berhem tê payîn
Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku îsal li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê nêzîkî 250 hezar donim pembû hatiye çandin.
Ji van zeviyan tê pêşbînîkirin jî 75 hezar ton pembo bê hilanîn û her tonek bi 600 dolarî tê kirîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse