Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Serok Barzanî derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Eyad Ellawî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku nûçeyên ku tê de tê gotin, “Serok Barzanî di civînê de rizamendî nîşan daye ku destkarî di madeya 140an de bê kirin” ji rastiyê dûr in.
Baregeha Serok Mesûd Barzanî îro, daxuyaniyek derbarê civîna Serok Barzanî û Eyad Ellawî de ku roja 07.10.2019an pêk hatibû, belav kir.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “Beşek ji kenalên ragihandinê nûçeyeyên xapandina xelkê belav kirine ku goya di dawîn dîdara Serok Barzanî û birêz Eyad Ellawî de behs li ser destkarîkirina di madeya 140 û guhertina destûra Iraqê hatiye kirin û Serok Barzanî rizamendî nîşan daye ku di madeya 140 de destkarî bê kirin.”
Baregeha Serok Barzanî tekez kiriye ku ev nûçe û zanyariyên li ser navê Serok Barzanî di beşek kenalên ragihandinê de hatine belav kirin dûr ji rastiyê.
Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê kiriye, “Xelkê Kurdistanê dizanin ku Serok Barzanî berevanîkar û xemxûrê rasteqînî yê xak û gelê Kurdistanê û mafên rewa ye û ti caran ji wan maf û destkevtiyan tawîz nade.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse