Li herêmên Kurdistanî zêdetirî 65 hezar dengên Kurdan dişewitin

03-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Diyala Selahedîn Nînowa Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di her hilbijartinên Îraqê de bi kêmanî 65 hezar dengên Kurdan ji ber ku têra derxistina kursiyên parlamentoyê û encumênên parêzgehan dişewitin.

Di hilbijartinên borî yên Encumenên Parêzgehên Îraqê de zêdetirî 65 hezar dengên Kurdan ên li herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê dişewitin.

Piraniya van dengan li parêzgeha Kerkûkê bûn. Li gorî pisporê hilbijartinê, çareseriya ji bo neşewitîna van dengan vegera li ser sîstema kursiyên qerebûyê ye.

Ew sîstem 20 sal berê di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de hatibû bikaranîn.

Hilbijartina gera şeşem a Parlamentoya Îraqê dê di 11ê Çiriya Paşîn a îsal de bi sîstema pirbazneyî bê kirin.

Her parêzgehek dê bazneyeke hilbijartinê be û para xwe ya kursiyan heye.

Hin aliyên siyasî rexneyan li sîstema heyî digirin, ji ber ku dengên Kurdan ên li herêmên Kurdistanî ji ber pirbûna lîsteyan belav dibin û têra bidestxistina kursiyan nakin.

Kerkûk: 33 hezar dengên şewitî

Pênc lîsteyên Kurdistanî beşdarî hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê yên sala 2023yan bûn. Wan lîsteyan bi giştî 243 hezar û 113 deng bi dest xistin.

Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 157 hezar û 649 dengan pênc kursî bi dest xist.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi 52 hezar û 278 dengan du kursî misoger kirin.

Li aliyên din fraksiyonên din ên Kurdistanî nekarîn ti kursiyan bi dest bixin.

Di wê hilbijartinê de Nifşê Nû 25 hezar û 910 deng, Hevpeymaniya Meşxela Kerkûkê (Komela Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî) 6 hezar û 879 deng û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê 397 deng bi dest xistin.

Bi vî awayî, 33 hezar û 186 dengên Kurdan li wê parêzgehê bêyî kursî man û ji dest çûn.

Diyale: 8,195 dengên şewitî

Li parêzgeha Diyaleyê, sê lîsteyên Kurdistanî di hilbijartinên 2023yan de di pêşbaziyê de bûn.

 YNKyê 28 hezar û 648 deng bi dest xistin û tenê kursiyek wergirt.

 PDKyê li Diyaleyê 7 hezar û 772 deng bi dest xistin lê ti kursiyek qezenc nekir. Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê jî 423 deng wergirtin û bê kursî ma.

Bi giştî, lîsteyên Kurdistanî 36 hezar û 843 deng bi dest xistin lê 8 hezar û 195 dengên wan bêyî ku bibin xwedî kursî ji dest çûn.

Selahedîn: 2,129 dengên bêkursî

Li parêzgeha Selahedînê, aliyên Kurdistanî lîsteyên serbixwe nebûn. Kurdan bi sê berbijêrên di nav sê lîsteyên cuda de tevlî hilbijartinan bûn.

Tekane namzedê YNKyê Yasîn Dawûdî di nav Lîsteya Cemawerî ya Niştimanî ya Sunî de, 10 hezar û 884 deng bi dest xist û bû tekane endamê Kurd ê Encumena Parêzgeha Selahedînê.

Namzeda PDKyê Tara Dawûdiyê di nav Lîsteya HESM de 1,415 deng bi dest xist û nekarî kursiyekê misoger bike.

Namzedê Partiya Komunîst a Kurdistanê Hêmin Dawûdî di nav Lîsteya Rîaseyê de 714 deng wergirt û ew jî bê kursî ma.

Her sê berbijêrên Kurd bi giştî 13 hezar û 13 deng bi dest xistin lê 2 hezar û 129 deng bêyî ku bibin xwedî kursî man.

Nînowa: 22,280 dengên şewitî

Di hilbijartinên Encumena Parêzgeha Nînowayê yên sala 2023yan de, du lîsteyên Kurdistanî karîn kursiyan bi dest bixin.

Lîsteya PDKyê bi 141 hezar û 52 dengan çar kursî bi dest xist. Lîsteya YNKyê jî bi 50 hezar û 606 dengan du kursî wergirt.

Ji bilî van, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, sê tevgerên Êzidiyan, partiyeke Şebek û çend namzedên kotaya Şebek û Êzidiyan deng bi dest xistin lê nekarîn kursiyan misoger bikin.

Tevahiya dengên ku li Nînowayê bê kursî mane, digihîje 22 hezar û 280 dengan.

"Çareserî kursiyên qerebûyê ne"

Birêvebirê Peymangeha Kurdî ya Hilbijartinan Aram Cemal ji Rûdawê re got, "Ev sîstema hilbijartinê ya ku niha tê xebitandin di berjewendiya hevpeymaniyên bihêz de ye."

Aram Cemal diyar kir ku eger sîstem yek bazneyî be, şansê ji destdana dengan kêmtir dibe.

Hesabkirina dengan a ji bo van hilbijartinan bi sîstema Saint-Laguya 1,7 tê kirin.

Ev sîstem zêdetir şansê bidestxistina kursiyan dide wan lîsteyên ku di bazneyên xwe de herî zêde dengan werdigirin.

Birêvebirê Peymangeha Kurdî ya Hilbijartinan her wiha got, "Yek ji çareseriyên ji bo pûçnebûna dengên Kurdan, vegera li ser bikaranîna kursiyên qerebûyê ye."

Hilbijartina dawî ya ku li Îraqê kursiyên qerebûyê hebûn, hilbijartina sala 2005an a Parlamentoya Îraqê bû.

Wê demê 45 kursiyên qerebûyê ji bo seranserê Îraqê hebûn da ku ew dengên nêzîkî bidestxistina kursiyan bûne lê bi ser neketibûn pûç nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst