Îraq û Herêma Kurdistanê di bin tozê de man: 550 kes sewqî nexweşxaneyan hatin kirin

05-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Tozbarîn Diyala Xurmatu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bahoz û tozbarînê li Diyala 400 kes û li parêzgeha Kerkûk û navçeya Xurmatuyê jî 150 kes sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Berdevkê Birêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe ji Rûdawê re ragihand ku ji ber bahoz û toza hewayê, li gorî amarên nû heta niha 94 kes sewqî nexweşxaneyên Kerkûkê hatine kirin.

Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, li parêzgeha Selahedînê îro ji ber toza hewayê nêzîkî 55 kes sewqî Nexweşxaneya Xurmatuyê hatine kirin û tedawî werdigirin ku piraniya wan kesên temen mezin an jî yên ku pirsgirêka nefesê hene.

“Piraniya nexweşan kal û pîr in”

Ji ber tozbarîna bi hêz û qirêjiya hewayê tê texmînkirin ku hejmar zêdetir bibe.

Birêvebirê Ragihandinê yê Tenduristiya Diyalayê Faris Ezawî jî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber wê pêla bi hêz a tozê ku parêzgeha wan girtiye, hemû dezgehên tenduristiyê di rewşa amadebûnê de ne.

Li gorî gotina Birêvebirê Ragihandinê yê Tenduristiya Diyalayê, heta niha zêdetirî 400 kes ji ber pirsgirêkên nefesa tund û pirsgirêkên nefesê gihaştine nexweşxaneyên Diyalayê.

Piraniya nexweşan kal û pîr in an jî pirsgirêkên wan ên bêhnkêşanê hene.

Berdevkê Desteya Meteorolojî û Erdhejên Îraqê Amir Cabirî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Îro pêleke tozbarînê dê Îraqê bigire. Tozbarîn dê zêdetir li herêmên navîn û rojavayê Îraqê bi hêz be û li bakur bandora wê kêmtir dibe.”

Amir Cabirî eşkere kir ku dê hêza bê li çend herêman di saetekê de dê di navbera 30 û 50 kîlometreyan be dibe, ev jî dibe sedema çêbûna tozê û qada dîtinê bi giştî li wan herêmên ku toz dibare dadikeve 4 kîlometreyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst