Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas êrişa li Kormorê nirxand

03-12-2025
Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Michael Rigas Kormor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas re civiya.

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku ev serdan nîşaneya pêbendbûna Amerîkayê ye bi berdewamiya pêwendiyên demdirêj û stratejîk ên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Her wiha ji bo piştgirî û hevkariyên wê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê yên di hemû waran spasiya Amerîkayê kiriye de.

Her du aliyan behsa rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye û bal kişandiye ser armanckirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê.

Wan di vê çarçoveyê de êrişa dawî ya li ser Qada Gaza Kormorê şermezar kiriye û destnîşan kiriye ku divê kiryar rûbirûyî yasayê bibin, her wiha çek tenê di destê dewletê de bin.

Pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, metirsiyên DAIŞê, pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst