Qamişlo (Rûdaw) - Keçeke 15 salî, di şeva sersalê de, dema ku ji gundê xwe diçe Qamişlo, bi rê de guleyek ku hatibû teqandin li sînga wê dikeve, ew gulle di navbera dil û pişka wê de cih digire.
Cûrî Mihemed Emîn Necim dema ku ji gundê xwe diçe Qamişlo bi guleyên xweşiyê bi giranî birîndar dibe. Gule di navbera pişik û dilê wê de ketiye û ji bo derxistina gule, emelyata wê li Qamişlo zehmet e, divê li Şamê bê emelyatkirin.
Rewşa malbata wê jî xirab e, eger neyê emelyatkirin, dibe ku jiyana wê bikeve xeterê û ji ber wê guleyê, destekî Cûrî ji hereketê ketiye.
Zaroka birîndar Cûrî Mihemed Emîn Necim dibêje: “Dengê wê hebû, min dengê wê kir, dilê min jî xort lê da , fîşek cemdî bû û xwîn nehat. Ez pê nehisiyam, piştî 10 deqeyan min zanî tiştek di laşê min de heye.”
Pêwistiya Cûrî Mihemed Emîn Necim bi encamdana neştergeriyê heye ji bo derxistina guleya ku di laşê wê de bicî bûye û ew neştergerî li Rojavayê Kurdistanê nayê kirin û divê biçe Şamê.
Sultanê Remedan, dayîka Cûrî jî dibêje: “Ew niha ji xwendina jî maye. Em nizanin dê rewşa wê çawa be. Doxtor jî tiştek jê nizanin ka dê çawa be. Niha çengek wê hereket nake. Em xwarinê didin û em cilê wê li ber dikin.”
Li Rojavayê Kurdistanê salê bi dehan kes dibin qurbaniyên guleyên bê serûber, niha jî ti biryarek tune ye rê li ber vê diyardeyê bigre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse