EFRÎN - Li ser Goristana Şehîdan xanî tên avakirin

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Cindirês Goristana Şehîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser Goristana Şehîdan a Cindirêsê xanî tên avakirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Tirkiyê bi rêya Komeleya bi navê Menaret El Behir ango Deniz Feneriyê li ser Goristana Şehîdan a li gundê Qaziqliyê yê Cindirêsê komelgeheke niştecihbûnê ava dike.

Hikumeta Tirkiyeyê piştgiriya Rêxistina Deniz Feneriyê dike.

Rêxistinên Tirkiye, Qeter, Kuweyt û Filistînê li Efrîn û navçeyên wê heta niha derdora 35 komelgehên niştecihbûnê ava kirine.

Li wan komelgehan malbatên çekdaran û Ereb û Tirkmenên hawirde tên bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst