Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Tirkiyeyê biryar dan ku malên li nêzîkî rêya ber bi deriyê sînor ve yê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, bên valakirin.
Hat ragihandin ku armanc ew e ku rê were firehkirin û ji bo deriyê sînor qadeke taybet were avakirin.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), di destpêkê de xelkê gund ev biryar red kiriye lê ji tirsa encamên redkirinê, neçar mane ku biryarê qebûl bikin.
Koma çekdar a ku gund kontrol dike, soz daye ku dê ji bo xelkê bi awayekî demkî xaniyên kirê peyda bike.
SOHRê her wiha diyar kir ku agahdarkirina xelkê bi şêweyekî ku wekî ‘serdegirtineke ewlehiyê’ hatiye binavkirin, pêk hatiye.
Malbatên ku ji ber vê biryarê mexdûr bûne, kelûpelên xwe veguhastine malên xizmên xwe û li benda peydakirina xaniyên alternatîv in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse