Li Efrînê jineke 19 salî hat kuştin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Cindirês Şêrîn Nûrî Oso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirinê ya Binpêkirinan a Efrînê ragihand ku li bajarê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd a 19 salî bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Belgekirinê ya Binpêkirinan a Efrînê, bûyer li gundê Aşkanê yê bajarê Cindirêsê qewimiye.

Jina Kurd a bi navê Şêrîn Nûrî Oso li mala xwe rastî şkenceyê hatiye û pişt re gule li wê hatine reşandin.

Şêrînê di êrişê de canê xwe ji dest daye.

"Hûrgilî ne diyar in"

Navenda Belgekirinê diyar kir ku hûrgiliyên bûyerê û sedema kuştina Şêrînê hîn nehatine zelalkirin.

Hat diyarkirin ku Şêrîn 19 salî bû û beriya 3 salan zewcîbû..

Binpêkirinên li herêmê

Navendê bal kişand ser wê yekê ku ev ne bûyera yekem e ku li wan herêman rû dide.

Li gorî daxuyaniyê, li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bûyerên bi vî rengî gelek caran rû didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst