Leşkerê ku li Xakurkê birîndar bûbû mir

04-05-2025
Nîşan Leşker Mirin Xakurk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, leşkerê wan ê ku li Xakurkê "pê li mayînê kiriye" miriye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, çawişê pispor ê bi navê Onder Ozen li Başûrê Kurdistanê li herêma Xakurkê "pê li mayînê kiriye."

Ew piştî vê yekê li nexweşxaneyê hatiye dermankirin lê ji mirinê nefilitiye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku Onder Ozen doh miriye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst