Leşkerê ku li Başûrê Kurdistanê birîndar bûbû mir

06-10-2023
Nîşan Leşker Mirin Tirkiye Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan ê birîndar miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, ev leşker 30ê Îlonê di “Operasyona Pence-Kilîdê” de birîndar bûbû.

Wezaretê da zanîn ku navê leşkerê ku miriye Recep Parlak e û ew doh miriye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Ji wê demê ve li wan deveran şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e