Amed (Rûdaw) - Li navendên DEM Partiyê yên bajaran şîna Sirrî Sureyya Onder hatiye danîn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder duh li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.
Cenazeyê Onder îro li Goristana Zîncîrlîkuyuyê û hat definkirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navenda DEM Partiyê ya bajêr şîna Sirrî Süreyya Onder daniye.
Ttaziya Onder ji aliyê rêxistina DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve tê qebûlkirin û dê wekî bajarên din sê rojan dewam bike.
Maseya ku wêneyê Sirrî Süreyya Onder lê ye bi qerenfîl û findan hat xemilandin dia hatin kirin.
“Ji bo aştî û azadiyê têkoşîn kir”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê got:
"Em di xemgîniyeke gelekî mezin de ne. Ji bo me nirxê wî pir mezin bû, bi nirx bû.
Çimkî ji bo gelê bindest têkoşîn dikir. Wî ji bo aştî û azadiyê têkoşîn kir, lewra heta nefesa xwe ya dawî jî ji bo aştî û azadiyê têkoşîn kir."
Kesên beşdarî şînê bûn jî bi boneya wefata Onder bi xemgînî hestên xwe anîn ziman.
“Tirk bû lê ji Kurdan zêdetir Kurd bû”
Niştecihê Amedê Fethî Turk got, "Em pir xemgîn in. Onder mirovekî pir hêja bû.
Tirk bû lê ji Kurdan zêdetir Kurd bû. Welatparêz bû, heq û hiqûq dişopand. Ji bo me windahiyeke pir mezin e."
“Çîroka wî zû bi zû naqede”
Kesekî bi navê Mehmet Kabaîş got, “Cihê wî zor e were tijekirin. Cihê wî dê zor tije bibe.
Çîroka wî zû bi zû naqede, heta neviyên neviyên wî jî hebin xelkê qala wî bikin."
Şêniya Amedê Mehmet Çetîn got, "Windabûna Sirrî Sureyya Onder ji bo aştiya hemû Tirkiyeyê, ji bo biratiya gelê Kurd û Tirk windahiyeke mezin û girîng e.
Em xemgîn in. Lê dîsa jî li Tirkiyeyê hemû kesên ku hezkiriyên Onder in û wekî wî bi wijdan û bi exlaq in, yên ku demokrasî û aştiyeke mayînde dixwazin divê piştgirî bidin vê pêvajoyê."
“Însanekî wefadar û cefakar bû”
Welatî Mehmet Zahîr Gultekîn got, "Çavên min tije hêstir bûn li ber televîzyonê.
Di nav gel de hezkirina wî pir heye. Însanekî wefadar û cefakar bû.
Gelek kar û xebatên wî li ber vê rêyê hebûn lê mixabin negihîşt armanca xwe.
Em dibêjin Xwedê Teala wî bi rehm û rehmeta xwe şad bike.
Rêya wî rêya me ye, înşellah em dê rêya wî bişopînin. Em dê wê hisreta dilê wî azad bikin înşellah."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse