Salvegera Komkujiya Dêrsimê: 'Em xwe ji bîr nakin, em efû nakin'

1 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Komkujiya Dêrsimê Dêrsim Meş Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê di 89emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de meşek li dar xist.

Platformê paşê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bi sedan kes li Kolana Hunerê hatin ba hev û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.

Girseya gel bi dirûşm û bi pankartên ku li serê"Em xwe ji bîr nakin, em efû nakin" hatibûn nivîsîn heta Qada Seyîd Riza meşiya.

Kî beşdarî meşê bû?

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan û Hevserokê Giştî yê DADê Zeynel Kete beşdarî meşê bûn.

Her wiha Hevserokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên Ewropayê Huseyîn Mat, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Mustafa Aslan, Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatolyayê ya Haci Bektaşî Velî Ercan Geçmez û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal Cuma Erçe jî tevlî meşê bûn.

Ji xeynî serok û nûnerên partiyan; parlamenter, hevserokên şaredariyan, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî jî tevlî bîranînê bûn.

“Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li qadê axaftinek kir.

Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku Elewî bi salan e rûbirûyî komkujiyan dibin û got:

"Em ji bîr nakin û em dê nedin jibîrkirin. Ev gotin ne ajîtasyon e.

Ev gotin îfade dike ku divê rûbirûbûneke dîrokî çêbibe.

Ev sedsal e lîstikên mezin li ser Dêrsimê tên lîstin.

Ji xeynî komkujiyan bi polîtîkayên taybet hewl didin civakê birizînin.

Dixwazin bi rêya madeyên hişbir û çeteyan Dêrsimê xelas bikin.

Gulistan Doku rehendeke din a vê rizîbûnê û polîtîkayên asîmîlasyonê ye.

Divê em li dijî van polîtîkayên dewletê gelekî zêdetir rêxistinkirî bin."

Hat ragihandin ku bernameya bîranînê demjimêr 14:00an li Parka Gola Çetû domand.

Dê ji bo kesên ku canê xwe ji dest daye mûm werin vêxistin û dia werin kirin.

Her wiha di dawiya bernameyê de dê loqme werin belavkirin.

Komkujiya Dêrsimê

Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê berî 89 salan komkujiyeke mezin kir û bi deh hezaran Kurd qir kirin.

Kurdan li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribû.

Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû dayîn 89 sal derbas bûn.

Roja 4ê Gulana 1937an bi destê desthilata wê demê ya Tirkiyeyê, CHPyê li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâti) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê hat kirin.

Roja 4ê Gulanê wekî salvegera Komkujiya Dêrsimê tê qebûlkirin û her sal li bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê çalakiyên bibîranînê tên kirin.

Li gorî amarên fermî, di Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir 13 hezar û 160 Kurd hatin kuştin û 11 hezar 818 kes jî hatin sirgûnkirin.

Seyîd Riza û hejmarek kesayetên navdar ên Dêrsimê 15ê Çiriya Paşîna 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir e.

Belgefîlma ji devê kesên bûne şahidên Komkujiya Dêrsimê "Domane 38" di Rûdaw TVyê de hat weşandin.

Belgefîlma "Domane 38" ku ji aliyê rojnameger û nûçegihanê Rûdawê Alî Haydar Gozlu ve di nav 6 mehan de hatiye girtin, yek ji belgefîlmên Rûdawê yên gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst