Hewlêr (Rûdaw) – Malbata Hawkar Caf ragihand, Dadgeha Tawanan a Hewlêrê, bi tohmeta kuştina Hawkar Caf li Hewlêrê, cezaya darvekirinê da 6 kesan. Birayê Hawkar Caf got, “Dadgeh dê di 8ê Hezîranê de li ser çarenûsa tohmetbarên din jî biryarê bide.”
Birayê Hawkar Caf, Mihemed Caf îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Dadgeha Tawanan a Hewlêrê îro di dosyaya Hawkar Caf de bi awayekî ku tohmetbar ne amade bûn cezaya darvekirinê da 6 kesan û dê di 8ê vê mehê de cezayê bide tohmetbarên din ên ku destê wan di nava kuştina wî de hene.”
Mihemed Caf her wiha anî ziman, “Kesên ku îro cezaya darvekirinê li wan hatiye birîn ew in ku rasterast plana kuştinê pêk anîne û yên mane jî yên ku çavdêrî kirine û dê di pêşerojê de bên cezakirin.”
Li gorî malbata Hawkar Caf kesên ku îro cezaya darvekirinê li wan hatiye birîn ev in, “Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê yê Silêmaniyê Wehab Mecîd Baqî, Serokê Îstixbarata Dijî Terorê ya Silêmaniyê Karzan Mihemed Reşîd, Efser Wirya Xalid Elî, Efser Leşkir Mihemed Hesen, Efser Asî Reşîd Husên, Fermandarê Dijî Teror a Silêmaniyê ya Germiyanê Luey Mihemed Riza.”
Roja Çarşema 12ê Cotmeha 2022an piştî nîvro li taxa Serbestî ya Hewlêrê Eqîd Hawkar Ebdullah ku bi navê Hawkar Caf tê naskirin, di encama teqîna du bombeyan di otomobîla wî de canê xwe ji dest da.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê roja Çarşema 12ê Cotmeha 2022an îtîrafên 6 kesên ku bi kuştina berpirsê berê yê Dijî-Terorê yê YNK Hawkar Caf hatibûn tawanbarkirin, eşkere kir. Encûmena Asayîşê tîmeke Dijî Terorê ya Silêmaniyê bi kuştina Hawkar Caf li ser fermana rasterast a Serokê Dijî Terorê yê Silêmaniyê û berpirsê îstixbarata Silêmaniyê tohmetbar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse