Welatî dixwazin ku mal û dadgeha Qazî Mihemed bên parastin

04-08-2025
RÛDAW
Mal û dadgeha Qazî Mihemed/ Wêne: Rûdaw
Mal û dadgeha Qazî Mihemed/ Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêşewa Qazî Mihemed Mal Dadgeh Mehabad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke gotegot hene ku beşek ji erdê mal û dadgeha Pêşewa Qazî Mihemed a li Mehabadê hatiye firotin da ku li şûna wê avahî bê çêkirin û vê yekê jî xelkê Kurdistanê xemgîn kiriye.

Xelkê Kurdistanê û bi taybetî şêniyên Mehabadê daxwaz dikin ku destkarî li avahiya mal û dadgeha Pêşewa Qazî Mihemed neyê kirin.

Ew dibêjin, ev der mîrateke niştimanî û dîrokî ye, divê wekî mîrateke dîrokî miamele pê re bê kirin û bibe muzexane.

Dadgeha Pêşewa Qazî Mihemed li navenda bajarê Mehabadê ye.

Şêniyên bajêr dibêjin, ev der ne tenê milk û avahiyeke kevn a asayî ye, milkê giştî yê hemû xelkê ye û daxwaz dikin ku wekî mîrateke mezin a niştimanî û dîrokî ya bajêr bê parastin.

"Divê ew der bên nûjenkirin ne ku bên rûxandin"

Niştecihê Mehabadê Ebdullah Qazîzade ji Rûdawê re axivî û got ku ew daxwaz dikin dest li wan cihên dîrokî neyê dayîn û divê ew der bên nûjenkirin, ne ku bên rûxandin û li şûna wan avahî bên çêkirin.

Ev der beriya Qazî Mihemed jî ji aliyê malbata Qaziyan ve hatiye bikaranîn.

Di dehsalên dawî yên sedsala 19an de dadgeha Mîrza Qasimê Qazî û navenda îdarî ya Mehabadê bû.

Paşê di serdema Qazî Elî de bû cihê civîn û perwerdeya alim, helbestvan û rewşenbîrên ji seranserê Kurdistanê.

Wekî ofîsa Serokkomarê Kurdistanê hatiye bikaranîn

Di dema Pêşewa Qazî Mihemed de jî wekî navenda dadweriyê û paşê jî wekî ofîsa Serokkomarê Kurdistanê hatiye bikaranîn.

Ev milk, milkê malbata Qaziyan bûye ku ji nifşekî derbasî nifşê din bûye.

Şêniyên Mehabadê dibêjin, her çiqas milkê malbatê be jî, hemû xelk wekî milkê xwe dibîne û daxwaz dikin ku kirîn û firotin pê neyê kirin.

"Cihên dîrokî ne tenê milkê mîratgiran in"

Hunermendê ji Mehabadê Nûrî Hemzepûr ji Rûdawê re got ku cihên dîrokî ne tenê milkê mîratgiran in û hemû xelk wan wekî milkê xwe dibîne.

Nûrî Hemzepûr her wiha diyar kir ku xelk dixwaze ew cihên dîrokî bên parastin.

Niha mal û dadgeha Pêşewa Qazî Mihemed vala ye lê welatî li bendê ne ku wekî mîrateke çandî û neteweyî bê parastin, bibe muzexane û rê bê dayîn ku xelk serdana wê derê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst