Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, kamyonek wergeriya û agir pê ket û ajokar mir.
Kamyona bi plakaya 33 ABS 401 a ku Abdulcelîl Oklu diajot, şeva borî li Taxa Cumhuriyetê ji kontrolê derket, wergeriya û şewitî.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe de diyar kir ku şofêr canê xwe ji dest daye.
Agir bi midaxeleya tîman hat vemirandin.
Termê ajokar ji wesayîtê hat derxistin û li meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ya Dr. Selahattîn Cizrelîoglu ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse