Bihayê zêr daket bin 4,000 dolaran

04-11-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr li bazaran daketiye bin 4,000 dolaran û sedema wê jî bilindbûna bihayê dolarê Amerîkayê ya li hemberî pereyên din e.

Bihayê zêr niha bi nêzîkî 3,990 dolaran e.

Îndeksa dolar ku bihayê dolar li hemberî 6 pereyên sereke diyar dike, dolar li nêzîkî astên xwe yên herî bilind ên di 3 mehên dawî de tê kirîn û firotin û ev yek zextê li ser bihayê zêr dike.

Ji ber ku zêr li bazarên cîhanê bi dolar tê bazarkirin, dema dolar bi hêz dibe, ji bo hilberînerên ku pereyên din bi kar tînin daxwaza li ser zêr kêm dibe û bihayê wî jî kêm dibe.

Ev rewş daxwaza ji bo zêr kêm dike û bihayê wî ber bi jêr ve dikişîne û lewma hilberîner niha bi baldarî tevgerên dolar dişopînin da ku zanibin ka dê bihayê zêr di rojên pêş de ber bi kîjan alî ve biçe.

Li aliyê din, Banka Navendî ya Amerîkayê hîn biryar nedaye ka dê meha bê rêjeya faîza bankê ducare kêm bike yan na û ev yek zexteke zêdetir li ser bihayê zêr çêdike.

Tim Watererê ku şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê KCM Tradeyê ye, li ser mijarê got, "Bilindbûna bihayê dolar zerer daye bihayê zêr."

Her wiha, li gorî rapirsiyan, bazirgan bi rêjeya ji sedî 65 li bendê ne ku Banka Navendî ya Amerîkayê di Kanûna Pêşîn de faîzê kêm bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst