Berê zêr îro li kû ye?

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Erzanbûn Amerîka Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara zêr vê sibehê bi daketinê vebû û onseke zêr bi nêzîkî 4 hezar û 50 dolarî hat firotin.

Bihayê zêr nekarî xwe rast bike û asta 4 hezar û 75 dolarî derbas bike.

Bazirgan li benda belavkirina amarên li ser bihayên firotina bikom û perakende yên Amerîkayê ne ku dê sibe bên eşkerekirin.

"Banka Navendî dikare faîzê kêm bike"

Serokê Şaxa New Yorkê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) John Williams hefteya borî ragihandibû:

"Banka Navendî dikare meha bê faîzê kêm bike û xema bilindbûna enflasyonê jî nexwe."

Daxuyaniyên Williams bûn sedem ku bazirgan niha şansekî zêdetir bidin îhtimala kêmkirina faîzê û ji sedî 74ê bazirganan bawer dikin ku meha bê dê faîz bê kêmkirin.

Kêmkirina faîzê bi awayekî kevneşopî piştgiriyê dide bihayê zêr û madenên din û qîmetê dolar kêm dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst