Banga xelkê Xozatê: Dêra Ergenê ji xezînegeran rizgar bikin

04-11-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêra Ergenê Xozat Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Dêra dîrokî ya Ergenê ya li gundê Ergenê yê navçeya Xozatê ya Dêrsimê, ji ber xemsarî û kolandinên xezînegeran bi wêranbûnê re rûbirû maye.

Xelkê herêmê dixwaze ku ev mîrateya çandî bê parastin û nûjenkirin.

Zêdetirî 100 sal e nehatiye nûjenkirin

Dêra Ergenê ku yek ji şûnwarên girîng ên herêmê ye, zêdetirî 100 salan e ku nehatiye nûjenkirin.

Li ser vê xemsariyê re, xezîneger jî bi kolandinên neyasayî zerereke mezin didin avahiya dîrokî.

"Dewletê wekî qada SÎTê ragihand lê neparast"

Niştecihên herêmê dibêjin ku tevî ku dewletê sala 2012yan ev der wekî "qada SÎTê" (herêma parastî) ragihandiye jî  ti pêngavên berbiçav ji bo parastina wê nehatiye avêtin.

Niştecihê Xozatê Vedat Emir got, “Ev der Dêra Ergenê ye û cihekî kevin ê Ermeniyan e.

Mirovên li vê derê jî dixwazin ev der bê nûjenkirin. Sala 2012yan dewletê ev der wekî qada SÎTê ragihand lê heta niha nexistine bin parastinê.

Xelk dibêje, bila li vê derê xwedî derkevin, ji ber ku kesên li xezîneyê digerin, vê derê wêran dikin.

Ji ber wê jî mirov dixwazin dewlet vê derê biparêze.”

"Divê em rê nedin xezînegeran"

Xelk diyar dike ku ew dêr hem dewlemendiyeke çandî ye û hem jî dikare ji bo geştiyariyê bibe çavkaniyeke girîng.

Niştecihê Xozatê Hayrî Yildiz jî wiha axivî, “Bila vê derê biparêzin û xwedî lê derkevin.

Divê em wekî xelkê gund, li vê derê xwedî derkevin. Nêrîna hikûmetê ji xwe diyar e û xwedî dernakeve.

Divê em rê nedin ku kesên li xezîneyê digerin, bikevin vê derê.

Eger ev der bê parastin dê ji bajarên din, ji Tirkiyeyê, ji Ewropayê, ji Êrîvan û Rûsyayê xelk were û ev der geş bibe.”

"Eger em xwedî dernekevin em xwe tine dikin"

Welatiyekî din ê bi navê Mehmet Oguz jî bal kişand ser girîngiya parastina nirxên dîrokî û got:

“Dêreke dîrokî ye, bawerî û nirxekî dîrokî ye. Nirxekî civakî ye.

Divê em li van nirxan xwedî derkevin, eger em xwedî dernekevin dê tine bibin. Dîrok in û tine dibin û diçin. Di rastiyê de em xwe tine dikin lê em nizanin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî hezar û 338 dêrên qeydkirî hene ku piraniya wan ne çalak in.

Li Stenbolê 158 û li Mêrdînê jî 69 dêr hene.

Balkêş e ku li parêzgeha Dêrsimê yek dêreke vekirî jî nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst